Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya: Hejmara Çekdarên Wagner li ser Sînorê Polonya Zêdetir Dibin


Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki dibêje ku li nêzîk bajarê Grodno yê Belarûsyayê ku dikeve nêzîk sînorê Polonyayê, 100 leşkerên ji Koma Wagner ya Rûsî pêk tê.


Polonya, ku ji sala 1999’an ve endama NATO ye, ji destpêka şerê li Ukrayna nîgerane ku şer derbasî axa wê bibe.


Di destpêka vê mehê de, Polonya dest bi şandina zêdetir ji 1,000 leşkeran kir bo rojhilatê welat ji tirsa hebûna çekdarên Wagner li Belarûsya. Hebûna çekdarên Wagner li ser sînor egera nakokiyan zêdetir dike.


Morawiecki di konferenseke rojnamevanî de li rojavayê welêt got ku rewş gelekî metirsîdare û renge şervanên koma Wagner alîkariya koçberên neqanûnî li ser sînorên Belarûsyayê bikin da ku derbasî Pononya bibin û aramiya wî welatî têk bibin.


Anton Motolko, damezrênerê projeya Hajun ya opozisyona Belarûsî ku çalakiyên leşkerî li Belarûsê dişopîne, ji ajansa Reuters re ragihand ku ti belge ne dîtine derbarê hebûna çekdarên Wagner nêzîk Grodno.


Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG