Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Polandî Qanûna Holocaust ya Kêşebar Pejirand


Kampeke berê ya Nazîyan li Polonya
Kampeke berê ya Nazîyan li Polonya

Senatoya Poland qanûnek pejiran ku dê sezayê ji wan gotinan re tîne, ku Polanîyan bi tawanên Nazîyan ya serdema Holocaust sucdar dikin.

Qanûndarêjan îro Pêncşemê bi 57 beramber 23 dengan, ew biryar pesend kir. Civata jêrîn ya perlemana Polandî hefteya borî razîbûna xwe li ser wê biryarê dîyar kiribû.

Jibo ku biryar bibe qanûn, tenê pêdivî bi îmzaya Serok Andzej Duda heye.

Ew qanûn dê bike tawan ku komkujîya Cihûyan ji hêla Nazîyan ve, wek tawana Polandîyan bê binav kirin; yan kampên mirinê yên Nazîyan wek kampên mirinê yên Polandîyan bên hesibandin, tevî ku hin ji kiryarên herî hovane yên Nazîyan, li ser axa Polonya hatine encam dan.

“Xuya dibe ku hikûmeta Polandî bizav dikir rûyê wî welatî pak bike, ku bi hin rêkan Polandî beşdarî tawanên Nazîyan yên dijî Cîhûyan bûne û jimareke kampên komkirina Cîhûyan li wî welatî hebûne, profesorê Navenda Lêkolînên Îsraîlî ya Zanîngeha Amerîkî got.

Amerîka dilgiranîya xwe nîşan da ku divê ew biryar bi çi rengî bandorê li ser azadîya gotarê û peywendîyên Amerîka û Îsraîlê neke.

Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu da zanîn ku Îsraîl serûbinkirina rastîyan, jinûve nivîsîna dîrokê û redkirina Holocaust bi ti awayî qebûl nake.

XS
SM
MD
LG