Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê YPG di Koalisyona Navnetewî de Rewşa Agirbesta li Sûriyê Dinirxîne


Polat Can nunerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nava koalîsyona navnetewî de, doh bi riya Skypê tevlî bernama Kurdvizyon ya pişka Kurdîya Dengê Amerîka bû.

Di bersivdana hind pirsan de Polat Can rewşa agirbesta berîya sê rojan li Sûriyê hatî destpêkirin nirxand û da zanîn ku, di her agirbesteka li Sûriyê de, hêzên YPG/YPJ û Hêzên Sûriya Demokrat dibin armancên gropên terorîst, herweha dewleta Sûrî jî, di agirbestan de êrîşî wan dike.

Polat Can da xuyakirin ku, aliyên şerker li hemberî hêzên wan pêgiriyê bi agirbestê nakin û hêzên wan dibin armanca gropên radîkal.

Di beşekî axiftinên xwe de Polat Can bal kişand ser têkiliyên YPG bi Amerîka re, birêz Can rexne li Amerîka girtin, bi taybet gotinên cîgirê serokê Amerîka Joe Biden û dibêje, ew baweriya xwe bi tu hêzan û piştevaniya aliyên navnetewî na înin, û dibêje dagîrkirina Cerablus ji aliyê Tirkiyê de bi agehdariya Amerîka û hêzên navnetewî pêkhat û got "Em li herêmê bûn dema Tirkiye hat axa me, axa welatê me dagîrkirî, Otombîlên Amerîka li gel leşkerê Tirkî û gropên radîkal yên weke Nuredîn Zengî, Ehrar Al-Şam û Sultan Murad bûn, û van gropan serên mirovan birîne, ew gropên terorîstin", weke Polat Can dibêje.

Polat Can Peywendîyên Nav Amerîka û Kurdan Dinirxîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:31 0:00

XS
SM
MD
LG