Jêderên ewlekarîyê li Tirkîyê dibêjin, polîsekî Tirk îro Pêncşemê li bajarê Dîyarbekirê hate kuştin û yekî din birîndar bû.
Ev bûyera herî dawî ye di zincîreke êrîşan de ku bi êrîşeke xwekuj li bajarê Sirucê destpê kir.
Gulebarana ku li navenda bajarê Dîyarbekirê qewimî, tê rojekê piştî ku du polîsên din yên Tirk li bajarê Serêkanîyê (Ceylanpinar) yê li ser sînorê Sûrîyê hatibûn kuştin.
Şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) berpirsîya wê êrîşê xistin stûyê xwe.
Desthilatdar dibêjin, hemwelatîyekî Tirk yê temen 20 salî ku peywendîya wî bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hebû, roja Duşemê xwe li bajarokê Sirucê peqand.
Di encama wê êrîşa xwekujî de 31 kes hatin kuştin, bêtirî 100 kesên din jî birîndar bûn û piranîya qurbanîyan Kurd bûn.