Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtir ji 10,000 Polîs bo Merasîma Qralîçe Elizabeth Kar Dikin


Qralîçe Elizabeth ya Brîtanya îro Duşemê bi merasîmekê tê binax kirin.

Meyda Brîtanî dide zanîn ku Londonê jiber merasîmê tedbîrên berfireh sitandine.

Bo merasîmê pirtir ji 10,000 polîs li ser kar in.

Ji bilî malbata Qralîyetê, bi sedan rêberên dewletên cîhanê dê li merasîmê hazir bin.

Çaverê ye li guzergeha binaxkirinê bi sed hezaran kes merasîmê bişopînin.

Ser beşdarên vexwendî yên merasîmê ti lîsteya fermî nehat weşandin.

Serokê Amerîka Joe Biden û Xanima Yekê Jill Biden roja Şemîyê bi şev derbazî Londonê bûn.

Qral û qralîçeyên Belçîka, Holanda û Îspanya jî dê li merasîmê hazir bin.

Rêberên Rûsya, Belarûs û Sûrîyê bo merasîmê nehatine vexwendin.

XS
SM
MD
LG