Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Dibêje Almanya li Pêş Toleyên Dijî Rûsya Astenga Herî Mezin E


Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki dîyar kir ku Almanya li pêş ragihandina toleyên dijî Rûsya, astenga herî mezin e.

Morawiecki da zanîn ku Macaristanê rê li ber ragihandina toleyan negirtiye.

Hin karbidestên Ewrupî dibêjin Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, ku do Yekşemê di hilbijartinên neteweyî de bi ser ket, dijî Rûsya bi awayekî tund nasekine û wî rexne dikin.

Serokwezîrê Ponya Morawiecki dîyar kir ku ew bi çi awayî li Macaristanê binêrin jî divê ew bo encamên hilbijartinên demokratîk rêzê bigirin.

Morawiecki da zanîn ku Macaristan alîgirê toleyan e û got ku astenga herî mezin ya li pêş toleyên dijî Rûsya, Almanya ye.

XS
SM
MD
LG