Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Hesabên Bankê yên Balyozxaneya Rûsya Digire


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Polonya hesabên bankê yên serbalyozxaneya Rûsya girtine.

Reutersê dîyar kir ku Polonya îdia dike ku serbalyozxaneya Rûsya bi wan hesaban ‘’karên terorîstî’’ dike.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir.

Welatên rojava bo Rûsya hêzên xwe ji Ukrayna vekişîne ji wê çaxê vir ve dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Joe Biden dê sibê Înê jiber krîza mirovî ya jiber şerê Ukrayna û Rûsya çêbûye, serdana Polonya bike.

XS
SM
MD
LG