Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Polonya Morawiecki, YE bi Emperyalîzmê Tawanbar Dike


Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki, Yekîtîya Ewrupa (YE) bi emperyalîzmê tawanbar kir.

Morawiecki di nivîseke xwe de, ku di medya Almanya de derket, dîyar kir ku YE dijî endamên biçûk yên yekîtîyê bi awayekî emperyalîst tevdigere.

Wî da zanîn ku rewişa heyî nîşan daye ku cîhên Fransa û Almanya yên di yekîtîyê de cihê ne û girîngtir in.

Serokwezîrê Polonya Morawiecki got ku desthilat di kontrola hêzdaran de ye û bal kişand ku tevî ku di fermîyetê de bo YE demokrasî heye jî ew di kiryaran de bi olîgarşîyê re rûbirû dimînin.

Morawiecki dîyar kir ku xêncî emperyalîzma Rûsan divê ew bi ya YE’ê re jî têkoşînê bikin.

Wî da zanîn ku Moskowê bi dagirkirina Ukrayna kêmahîyên YE’ê nîşan dane.

Polonya û YE di demên dawî de bi taybetî di warê hiqûqê de li hemberî hev disekinin.

XS
SM
MD
LG