Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Polonya Duda Serdana Ukrayna Kir


FILE PHOTO: Poland's President Duda and Ukraine's President Zelenskiy attend a meeting in Kyiv
FILE PHOTO: Poland's President Duda and Ukraine's President Zelenskiy attend a meeting in Kyiv

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Polonya Andrzej Duda îro Sêşemê serdana Ukrayna kiriye.

Reutersê dîyar kir ku Duda bo alîkarîyên leşkerî û piştgirîyên din biaxife, derbazî Kîevê bûye.

Polonya ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve yek ji alîgirên pêş yên Kîevê ye û heta Niha bi qasî 6 mîlyon koçberên Ukraynî derbazî Polonya bûne.

Ew welatê NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) hin welatên yekîtîyê jiber piştgirîya kêm gelek caran rexne dike.

Duda ji destpêka şerê Moskow û Kîevê vir ve 3 caran bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re kom bûye.

XS
SM
MD
LG