Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya bo Îranê 1 Mîlyon Vaksîn Dibexşîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Polonya bo Îranê 1 mîlyon vaksîna COVID-19 ya AstraZeneca bexşandiye.

Leza bernameya vaksînkirinê li Ewrupa daketibû û dûre dîsa rabûbû ku ew bexşandin şandina dawî ya ji wê parzemînê ye.

Nifûsa Polonya bi qasî 38 mîlyon e û heta niha 19,6 mîlyon kes bi temamî hatine vaksîn kirin.

Rêjeya sitandina vaksînan ya wî welatî jiber şandina vaksînên bo Tayvan, Kenya, Vîetnam, Ukrayna û welatên din li cîhê berê ma.

Aborîya Îranê jiber toleyên Amerîka yên di dema Serokê berê Donald Trump de jinûve destpê kiribûn û jiber pandemîya vîrusa korona derbeke mezin xwariye.

Tehran bo kirîna xwarin û dermanan bi dijwarîyan re rûbirû dimîne.

Vaksînên bo Îranê belaş hatine şandin, lê Polonya di hin rewişan de bêyî ku kar bike vaksîn firotine.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Polonya Pawel Jablonski da zanîn ku pirtir ji 30 dewletan bo vaksînan serî li wan dane.

Jablonski dîyar kir ku ew bexşandina wan vaksînan bo gelê Îranê dikin û dijî Tehranê sîyaseta wan ya navneteweyî neguherîye.

XS
SM
MD
LG