Roja Sêşemê wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bi serdanekê li Rûsya bo, wî civîn li gel berpirsên Rûs pêkanîn.
Pêşî Pompeo û hevpîşeyê xwe yê Rûs, Sergey Lavrov civîya, Lavrov gotîye divê herdu welat rêyeke nû bibînin ku têkiliyên herdu welatan li ser bingehekî saxlem bihên avakirin.
Pompeo giha Rûsya di demekî de ku alozî li herêma Rojhilata Navîn dom dikin, bi taybet girjîyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de, herwiha şerên li Sûriyê bi taybet êrîşên vê dawiyê yên dewleta Sûrî bi piştevaniya Rûsya bo ser Îdlibê li bakurê wî welatî.
Amerîka dixwaze rûpelek nû yê têkiliyên li gel Rûsya bide vekirin, bi taybet piştî ku raporta Robert Mueller û wezîrê dadê yê Amerîka hat weşandin û tê de, tê zelal kirin ku, îdayên di gotin, Donald Trump dest li gel Rûsan hebû ne rastin, yên derbarê destxistina Rûsya di hilbijartinên 2016an de.
Ji bo gotûbêj kirina li ser vê mijarê û pirsên di serdanê de girêdayî welatên li herêmê ne bi herdu mêhvanên bernama "Hest û Helwest" de, hatin gotûbêj kirin,du mêhvanên hêja yên bernama Hest û Helwest hene.
Berêz Hoşeng Osê şirovekarê siyasî ji Belcîka û berêz Hejarê Şamil ji bajarê Sochi yê Rûsya tevlî bernamê bûn.