Rêvebirê Ajansa Navendî ya Agahdariyan a Amerîka(CIA) Mike Pompeo doh Şemiyê got wî nameyek ji generalê Îranî Qasim Sulêmanî û serkirdeyên Îranê re şandiye û tê de xemên xwe derbirîne li dor gefên Îranê yên berdewam li Îraqê.
Di kombûna salane ya Komeleya Reagan a Berevaniya Niştimanî de li wîlayeta Kalîfornya, Pompeo got wî name şand piştî komandarê Îranî nîşan bi wê yekê dabû ku hêzên di bin kontrola wî de renge êrîşî hêzên Amerîkî bikin li Îraqê.
Pompeo got:
“tiştê me ji wî re nivîsandî ewe ku em dê wî û Îranê berpirs bibînin li dor her êrîşekê dijî berjewendiyên Amerîka li Îraqê… me xwest em piştrast bikin ku ew û serkirdayetiya Îranê têbigihin ku ev yek zelal e.”
Li gor Pompeo, komandarê operasyonên derve yên nobedarên şoreşgerî yên Îranê, Qasim Sulêmanî red kir nameyê veke.
Medya îranê demekê berê ji ser zimanê Mihemed Mihemedî Golpayeganî, mezinê alîkarên serkirdeyê bilind ê Îranê Ayatolla Elî Xamîneyî, ragihandibû ku berpirsekî CIA hewl daye nameyekê bide Sulêmanî dema ew li bajarê Elbokemalê bû meha borî.
Li gor Golpayeganî, Sulêmanî gotibû: " ez dê nameya te nebim û nejî bixwînim, min tiştek nîne ji we re bêjim.”
Meha 10an ajansa Reuters ragihand ku Sulêmanî bi berdewamî huşdarî dane serkirdeyên Kurdên Îraqê da ji bajarê Kerkûkê bikişên, yan jî ewê rastî mirinê bên ji aliyê hêzên Îraqê û hevalbendên wan ên ku piştgiriya Îranê werdigrin ve.
Sulêmanî wê demê serdana Kurdistana Îraqê kir û li gel serkirdeyên Kurd kom bû.