Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump, Çarşemê Bo Sûndxwarina Pompeo Dê li Wezareta Derve Be


Serokê Amerîka Donald Trump, îro Çarşemê bo cara yekê dê li avahiyê wezareta derve amade bibe, armanca amadebûna Trump, bi şêweke fermî Mike Pompeo weke wezîrê derve yê nû, sûndê bixwe û bihê wezîfedar kirin.

Wezîrê derve Mike Pompeo, Sêşemê li avahiyê wezareta derve dema ji yekemîn geşta xwe ya Rojhilata Navîn vegerî got"rojek giringe ya yekemîn seredana serok bo vî cihî".

Pompeo, rêvebirê berê yê saziya CIA, soz da ku ewê "heybeta" wezareta derve vegerîne, Pompeo herwiha got, divê hebûna dîplomasiya Amerîkî li her ciyek û herêmeke cîhanê hebe.

Mike Pompeo, dê berpirsyariya wezareta derve bigire dest, piştî serok Trump destûrdayîna wezîfa Rex Tillerson bi dawî anî, piştî çend seatan dema Tillerson ji seredana xwe ya Afrîqa vedigeriya.

Tê gotin ku, têkliyên serok Trump ligel Mike Pompeo gelek di xûrtin, Trump û endamên Îdara Washington dê îro Çarşemê bo sûndxwarinê li wezareta derve amade bibin.

XS
SM
MD
LG