Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo li dor Rêkeftineka Parastina Kurdên Sûriyê Piştrast e


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo dibêje ew piştrast e ku Amerîka û Tirkiyê dikarin li ser riyekê erê bikin ji bo parastina şervanên Kurdên Sûriyê, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji wir.

Pompeo bi wezîrê derve yê Tirkiyê re peyivî ye û dibêje kar li dor rêkeftineke pêşbîn di vê derbarê de dibe.

Ew dibêje rêkeftin dikare bi şêweyekî pêk bê ku Tirk berevaniya welatê xwe bikin bê êrîşkirina Kurdan ku tu gefê nadin ser Tirkiyê.

Pompeo dibêje ew geşbîn e wê Kurdên ku li gel hêzên Amerîkî şerê Daişê kirî bi tenê xwe nemînin.

Tirkiyê şervanên Kurdên Sûriyê wek gurûpeke terorîst dibîne û soza êrîşkirina wan daye.

XS
SM
MD
LG