Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Amadekarî Dike ku Dijî Îranê Toleyên Ragihîne


Rêvebirîya Amerîka amadekarî dike ku hember givaştinên ser Îranê pirtir bike û toleyên nû yên aborî li dijî wî welatî ragihîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê got ku toleyên nû yên girîng wê hebin, lê wî naveroka wan zelal nekir

Pompeo ku jibo hevdîtinên ligel karbidestên ji Erebistana Saudî û Îmaret li herêmê ye, hewil dide ku jibo dortengkirina bandora Îranê hevalbendîyekê ava bike.

"Divê dinê tev bizane ku hewilên me wê bidomin ku em nehêlin Îran terorê kûr bike, xwedîyê çekên navokî be û programa mûşekên navokî ava bike. Armanca me ew e ku em pêşî li wan bigirin û berjewendî û hemwelatîyên Amerîkî yên li seranser cîhanê biparîzin.”

Girjîya di navbera Amerîka û Îranê de, piştî Washington ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyabû jinûve gur bûbû.

Welatên Ewrupî dixwazin ku peymana navokî ya bi Îranê re bidome lê heta niha bo domandina wê ti lihevkirin çênebûye.

XS
SM
MD
LG