Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê Rêberên Îraqî Cudabîrîyên Mezhebî Dînin Alalîyekî û Hikûmeta Nû Damezirînin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Çarşemê got ku divê rêberên Îraqî sîstema kota ya mezhebî dînin alîyekî û hewil bidin ku hikûmeteke nû damezirînin.

Pompeo got ku divê rêberên Îraqî herwiha bo baştirkirina peywendîyên dualî yên navbera Washingtonê û Bexdayê xebatê bikin.

Demeke zûtir ya vê mehê, berpirsê îstixbarata Îraqê Mustafa Kazimî bo damezirandina hikûmeteke nû hatibû erkdar kirin.

Kazimî bûbû kesê sêyan yê nav 10 hefteyên borî ku bi karê pêkanîna hikûmeteke nû hatibû destnîşan kirin. Kazimî ku berê rojnamevanî kiribû li Îran û Brîtanya jîyabû û dijî dîktator Saddam Huseyîn dinivîsî.

Ewa di sala 2003'an de vegerîbû Îraqê û ji sala 2016'an vir ve berpirsîya sazîya îstixbarata Îraqê dikir.

Hikûmeta Îraqê sala borî di encama xwepêşandanên girseyî de hilweşîbû, piştî ku Serokwezîrê berê Adil Abdul Mehdî di Mijdarê de karvekişîna xwe dabû.

XS
SM
MD
LG