Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Em Hêvî Dikin ku Berî 1'ê Îlonê li Afganistanê Aştî Çêbe


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, di serdana Afganistanê dîyar kir ku dibe ku di meha Îlonê de li wî welatî aştî çêbe.

Karbidestên Amerîkî û şandeya Talîbanê dê di 29’ê Hezîranê de careke din li Qatarê kom bibin.

Her du alî dê ser rawestandina pevçûnên li Afganistanê û çareserîyên sîyasî biaxifin.

Pompeo li Balyozxaneya Amerîka ya li Qabulê got ku ‘’Em hêvî dikin ku berî 1’ê Îlonê peymana aştîyê çêbe, karê me ew e’’

Di hevdîtina berpirsên Amerîkî û Talîbanê de ser vekişîna hêzên NATO û Amerîka yên li Afganistanê danûstandin çêdibin.

Pirtirê 50 ji sedê Afganistanê di destê Talîbanê de û Amerîka ji wê rêxistinê dixwaze ku li wan herêman terorîst neyên bi cîh kirin.

Hilbijartina seroktîya Afganistanê dê di 28’ê Îlonê de li dar keve. Jiber vê çêkirina çareserîyeke sîyasî bo hilbijartinan jî girîng e.

Pompeo dîyar kir ku wan bi Talîbanê re ser vekişînê dest bi danûstandinê kir, lê da zanîn ku hîn ti lihevkirin çênebûye.

XS
SM
MD
LG