Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Hewil Dide ku Krîza Sîyasî li Afganistanê Çareser Bike


Pompeo û Ganî
Pompeo û Ganî

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê, bi seredaneke neragihandî giheşt paytexta Afganistanê ku hevdîtinan bi karbidestên Afganî re bike.

Pompeo armanc dike ku peymana dîrokî ya navbera Washington û Talîbanê ya meha Şubatê rizgar bike ku jiber kêşeyên sîyasî aloz bûye.

Serdana Pompeo ji nêzîk ve tê şopandin ku gelo ew dê bikare xetimandina sîyasî ya bi hefteyan dirêj bûyî çareser bike yan ne.

Pirsgirêka ser berdana girtîyan û dijberên sîyasî pêşveçûna danûstandinên navbera Talîban û hikûmeta Afganî asteng kiriye, ku ew ne beşek ji peymana Amerîka û ya Talîbanê ye ku li Doha hatibû imza kirin.

Peyman armanc dike ku rêya Talîban veke ku, vekişîna leşkerên bîyanî jî di nav de, danûstandinan ligel hikûmeta Afganî bike.

Pompeo dê bi Serok Eşref Ganî û rikeberê wî yê demdirêj Abdullah Abdullah re bicive.

Abdullah nerazîbûna xwe bo encamên dengdana seroktîyê ya Îlonê dîyar kiribû û behsa pêkanîna hikûmeteke din kiribû. Jiber pirsgirêkên navbera Ganî û Abdullah bijartina nûnerên ku li ser navê hikûmetê danûstandinan bi Talîbanê re bikin, pêk nehatibû.

Serdana Pompeo di vê demê de tê ku hatûçûna cîhanî jiber pandemîka vîrûsa koronayê hatiye rawestandin û nêzî 300,000 kes tûşî vê nexweşîyê bûne û li seranser cîhanê pirtir ji 14,000 kes jî mirine.

XS
SM
MD
LG