Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bo Hevdîtinên Talîban û Hikûmeta Afganistanê Çû Qatarê


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bo hevdîtinên aştîyê yên hikûmeta Afganistanê û Talîbanê çû Doha ya paytexta Qatarê.

Mike Pompeo di firokê ji de rojnamevanan re ser hevdîtinên aştîyê axifî.

‘’Em li bendê ne ku Afgan roja Şemîyê serê sibê bo siberoja welatê xwe nîqaş bikin tev li maseyê rûnin. Bi rastî ew tiştekî dîrokî ye’’ Pompeo got.

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad jî bi telekonferansê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew hevdîtinên aştîyê bo her du alîyan jî test e.

‘’Em di dîplomasîya Afganistanê ya bo aştîyê de, ketin qonaxeke nû. Niha em di qonaxeke Afganan de, em bi pêşengîya wan ketine qonaxekê’’ Xelîlzad got.

Xelîlzad da zanîn ku Amerîka dê çavdêrîya qonaxa nû bike û bo her du alîyên qonaxê re jî danûstandinên xwe bidomîne.

Hin jêderên Afganistanê dibêjin ku şeş girtîyên ku Talîbanê dixwestin werin berdan jî ji Kabul çûne Doha ku hin welatên rojava dijî berdana wan bûn.

Li ber e ku ew girtî li Doha di çavdêrîyê de bin.

Xelîlzad ji rojnamevanan re got ku biryara ser wan girtîyan ‘’dijwar bû, lê pêwîst bû jî.’’

XS
SM
MD
LG