Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser Hefteya Mafên Mirovan daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Pompeo di daxuyanîyê de dîyar kir ku tevî ku di di ser pejirandina Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan re 70 sal derbaz bûye jî, hîn jî hin dewlet rê li ber azadîya raman û bawerîyê digirin.
Wî da zanîn ku li hin welatan mirov nikarin bi awayekî adil beşdarî hilbijartinan bibin û dengên xwe bikar bînin.
Pompeo got ku li cîhanê êşkence û binpêkirina mafên mirovan didome û dîyar kir divê karbidestên dewletan bo berevanîya mafên mirovan xebatên xwe berfirehtir bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîka dîyar kir ku Washington li mal û seranserê cîhanê piştgirîya azadîyê dike û dê bo aramî û aştîyê hewildanên xwe bidomîne.