Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Êrîşa Xwekujî ya Ser Bingeha Begram ya Afganistanê Şermezar Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro êrîşa xwekujî ya li nêzî bingeha esmanî ya Begram ya Afganistanê şermezar kir.

“Em dixwazin vê êrîşa terorîstî ya kordînekirî ya nêzî bingeha begram bi awayê herî tund şermezar bikin.”

Pompeo da zanîn ku li gor agahîyên pêşîn pirtir ji 40 sivîl di êrîşê de hatine kuştin.

“Raportên destpêkî nîşan didin ku di êrîşa vê sibê de herwiha herî kêm 5 leşkerên koalîsyonê jî birîndar bûn,” Pompeo bi berdewamî got.

Hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe, lê walîya herêma Parwanê Vahide Şahkar dîyar kiribû ku êrîş li hêla başûr ya bingeha esmanî hate kirin.

XS
SM
MD
LG