Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Amerîka û Hin Dewletên Din Ser Toleyên Dijî Belarûsê Danûstandinê Dikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo hikûmeta Belarûsê ser hewildana dersînorkirina bizavkara rikeberîyê Maria Kolesnikova rexne kir.

Mike Pompeo da zanîn ku ew û hin welatên din nirxandinan dikin ku dijî Belarûsê toleyan ragihînin.

‘’Em wêrekîya Kolesnikova û gelê Belarûsê, ku dijî fişar û tundûtûjîya nerêwa ya karbidestên Belarûsê, êrîşên polîsan yên dijî xwenîşanderan, di 6’ê Îlonê de desteserkirina bi sedan xwenîşanderan û revandinan, bi awayekî aştîyane dixwazin ku rêberên xwe bi azadî û dadmendî hilbijêrin, teqdîr dikin.’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku bi toleyên dibe ku werin ragihandin, kesên zext kirine û mafên mirovan binpê kirine werin ceza kirin.

Endamên rikeberîyê, Anton Rodnenkov, Ivan Kravtsov, tevî Kolesnikova roja Duşemê hatibûn desteser kirin.

Rodnenkov û Kravtsov ji Ukrayna îdia kiribûn ku hêzên ewlekarîyê ew roja Sêşemê birine sînorê Belarûs û Ukrayna û ji wan xwestine ku sînor derbaz bikin.

Wan dabû zanîn ku ew hatine dersînor kirin, lê Kolesnikova bo derbazî Ukrayna nebe pasaporta xwe çirandiye.

XS
SM
MD
LG