Serdana Wezîrê Derve yê Mike Pompeo ya bo Berlînê bi awayekî ne çaverê hat betal kirin.
Balyozxaneya Amerîka li Berlînê ragihand ku jiber ‘’mijarên demûdest’’ serdana Pompeo hatiye betal kirin û dîyar kir ku ewê hewil bidin ku serdan di demeke kin de çêbe.
Li ber bû ku Pompeo bi hevtayê xwe yê Alman Heiko Maas û Serokwezîra Almanya Angela Merkel re kom bûbûya.
Rêberên her du dewletan ger bicivîyana dê ser Ukryna, Venezuela, rewşa Îran û Sûrîyê û peywendîyên bi Rûsya û Çînê re biaxifîyana.
Pompeo Serdana Xwe ya Berlînê Betal Kir
![](https://gdb.voanews.com/da3ad2d6-8e43-416a-9916-6e21e4dcb4e6_w250_r1_s.jpg)