Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Nûnerê Taybet yê bo Koreya Bakur, Biegun Diçin Pyongyangê


Mike Pompeo û Steve Biegun
Mike Pompeo û Steve Biegun

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro ragihand ku Stephen Biegun wek nûnerê taybet yê bo Koreya Bakur hate bijartin.

Pompeo da zanîn ku ew û Biegun hefteya were dê serdana Koreya Bakur bikin ku Pyongyangê îkna bikin da ku dest ji çekên xwe yên navokî berde.

“Steve dê sîyaseta Amerîka ya derbarê Koreya Bakur bi rêve bibe û pêşengîya hewlên me bike ku armanca Serok Trump ya bi temamî bênavokîbûna Koreya Bakur bi cîh were,” Pompeo li Wezareta Derve ji nûçegîhanan re got.

Biegun di navbera 2001 û 2003’an de di rêvebirîya Serok George W. Bush de li Qesra Sipî û bi şîretvana ewlekarîya netewî Condoleezza Rice re xebitîbû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku evê bide cara çaran ku Pompeo dê serdana Koreya Bakur bike ku Pyongyangê qane bike ku dawî li programa navokî bîne. Nûnerê taybet yê bo Koreya Bakur Biegun jî cara yekê piştî wergirtina vî karî wê here wî welatî.

XS
SM
MD
LG