Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê Brunson Were Berdan


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, di konferansa bi navê Pêşxistina Azadîyên Olî de axifî.

Pompeo di axaftina xwe de qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, bi bîr xist.

Pompeo dîyar kir ku Amerîka hewil dide ku li seranserê cîhanê azadîyên olî pêşde bibe.

Di dawîya axaftina xwe de, Pompeo da zanîn ku bo Brunson were berdan ew çi ji destê wan dikin û li ser vê gotinê guhdaran çepik lêxistin.

Pompeo dîyar kir ku Brunson bi awayekî neheq hatiye girtin û got ku ‘’Divê ew vegere vir û bawerîya xwe bi serbestî bijî’’

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku Serok Trump bi ti awayî hemwelatîyên xwe ji bîr nake û dîyar kir ku ew yek ji nirxên herî mezin yên Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG