Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê Brunson û Amerîkîyên Din Demûdest Werin Berdan


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku ewê vê hefteyê bi karbidestên Tirk re ser rewşa Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson biaxifin.

Pompeo li New Yorkê ji rojnamevanan re da zanîn ku dibe ku Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, vê mehê were berdan.

‘’Em bi Tirkan re axifîn, dizanin ku em çi dixwazin. Brunsun û Amerîkîyên din yên ku ji alîyê Tirkîyê ve hatine girtin divê demûdest werin berdan’’ Pompeo got.

Pompeo, ku beşdarî xebatên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 73’yan bûbû, dîyar kir ku dê ew bi hikûmeta Tirk re hevdîtinên ser Brunson bidomînin.

XS
SM
MD
LG