Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Çavuşoglu Ser Brunson û Îdlibê Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku her du wezîr ser operasyona hikûmeta Sûrîyê ya dijî Îdlibê û qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson axifîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku her du wezîr dîyar dikin ku operasyona Îdlibê dê alozîya li Sûrîyê gurtir bike.

Li gor daxuyanîyê Pompeo û Çavuşoglu derbarê Brunson jî axifîn û wezîrê Amerîkî xwest ku ew were berdan.

Daxuyanîya wezaretê dîyar kir ku her du wezîr dê bo çareserkirina kêşeyan danûstandinan bidomînin.

XS
SM
MD
LG