Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Ser Hindabûna Xaşiqcî ligel Karbidestên Tirk Kom Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, piştî serdana Erebistana Saudî, îro Çarşemê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û karbidestên din yên bilind re kom bû.

Pompeo berî ku ji Tirkîyê here, ti daxuyanî li ser hevdîtina xwe ya ligel Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu neda.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku Pompeo xema Amerîka ya ser hindabûna Cemal Xaçiqcî ragihand.

“Herwiha, Pompeo careke din heweskarîya Washingtonê ragihand ku amade ye di lêpirsîna bûyerê de alîkarîya Tirkîyê bike.”

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Tirkîye ser gumana kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

Pompeo gotibû ku karbidestên Saudî ji wî re gotiye ku ewê encama lêpirsîna xwe ya berfireh ya ser hindabûna Xaşiqcî bi hemî dinê re parve bikin.

XS
SM
MD
LG