Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Çavuşoglu Ser Sûrîyê Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Pompeo û Çavuşoglu derbarê vekişîna leşkerên Amerîka yên li Sûrîyê û danûstandinên Washington û Enqerê peyivîne.

Li gor daxuyanîyê, Pompeo ji Çavuşoglu re gotiye wan hay ji fikarên Tirkîyê yên li Sûrîyê heye û ji wî re qala girîngîya parastina hevkarên wan yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin, kiriye.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike, lê Tirkîye wê rêxistineke terorîst dihesibîne û dijî wê gefên êrîşan dixwe.

XS
SM
MD
LG