Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Erdogan Ser Berevanîya Hêzên Kurdan yên li Sûrîyê Garantî Da Trump


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serok Donald Trump re gotiye ku piştî hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin, ew dê berevanîya hêzên Kurdan yên li Sûrîyê bikin.

Pompeo ji CNBC re, ku kanaleke Amerîkî ye, da zanîn ku bi vekişîna ji Sûrîyê re ew dê dest ji têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bernedin û armanca wan ya dijî hewila Îranê ya ser xurtbûna li herêmê neguhere.

Li ser pirsa ‘’Amerîka bawer dike ku Erdogan êrîşî hêzên Kurdan yên bi pitşgirîya Amerîka yên dijî DAIŞ’ê şer dikin, neke?’’, Pompeo got ku ‘’Erdogan garantî daye Trump ku Tirk dê piştî me têkoşîna dijî DAIŞ’ê bidomînin û berevanîya dostên me yên me tev dijî wê rêxistinê şer kiriye, bikin’’

Trump meha borî dîyar kiribû ku hêzên Amerîka dê ji Sûrîyê vekişin û li ser wê biryarê Wezîrê Berevanî Jim Mattis karvekişîna xwe ragihandibû.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton, roja Yekşemê li Îsraîlê gotibû ku hêzên Amerîkî bi şertê ku hêzên Kurdan yên li herêmê werin parastin, dê ji herêmê derkevin.

Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan rêxistinên terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG