Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di gera xwe ya Rojhilata Navîn de serdana Hewlêr ya Herêma Kurdistana Îraqê jî kir.
Pompeo li Hewlêrê da zanîn ku Serokomarê Trikîyê Recep Tayyîp Erdogan ser berevanîya hevalbendên Washingtonê yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin, garantî daye.
‘’Bo berevanîya kesên tevî me têkoşînê dikin çi ji dest me were em dê bikin û ew bo me pir girîng e. Erdogan hin garantî dan’’ Pompeo got.
Wî bi berdewamî da zanîn ku ew fikarên Tirkîyê yên li ser ewlekarîyê fehm dikin û da zanîn ku ew dê ser vê mijarê piştgirîya Tirkîyê bikin.
Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton di dawîya hefteyê de bo berevanîya hêzên Kurdan yên li Sûrîyê ji Tirkîyê garantî xwestibû û Erdogan ser axaftina Bolton gotibû ku ‘’Şaşîyeke mezin kiriye’’
Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike lê Tirkîye wan rêxistinên terorîst dihesibîne.