Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku hêzên hikûmeta Sûrîyê di meha Gulanê de li Îdlibê çekên kîmyayî bi kar anîye.
Pompeo roja Pencşemê li New Yorkê bi preskonferansekê da zanîn ku rejîma Esad li Sûrîyê tawanên cengê kirine.
Wî dîyar kir ku li gor daneyên di destê Amerîka de rejîma Esad di 19’ê Gulanê de çekên kîmyayî bi kar anîne.
Rêvebirîya Trump jiber karanîna çekên kîmyayî di Nîsana 2017 û Nîsana 2018’an de dijî Sûrîyê êrîşa esmanî pêk anîbû.
Fransa û Brîtanya jî di Nîsana 2018’an de dijî navendên hêzên hikûmeta Sûrîyê operasyona esmanî li dar xistibûn.
Hêzên hikûmeta Sûrîyê, îsal di dawîya Nîsanê de dijî serhildayên li Îdlibê dest bi operasyoneke nû kiribû.