Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Ser Kuştina Haşîmî Komên Girêdayî Îranê Tawanbar Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser kuştina nîvîskarê Îraqî yê navdar Hişam El Haşîmî komên girêdayî Îranê tawanbar kir.

Mike Pompeo da zanîn ku komên girêdayî Îranê dijî Haşîmî jimareke caran gef xwarine û dîyar kir ku berpirsê kuştina wî ew in.

Pompeo dîyar kir ku ew kuştina Haşîmî bi tundî şermezar dikin û bang li karbidestên Îraqî kir ku kujeran bibînin û dadmendîyê çêkin.

Haşîmî êvara Yekşemê li Bexda ya paytext hatibû kuştin. Jimareke çekdarên li ser motosaykilan, li dervayê mala Haşimî ya li taxa Zeyuneh gule barandibûn ser wî.

XS
SM
MD
LG