Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dibêje Ewê Dijî Îranê Toleyên Herî Giran Ragihînin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê gefan li dijî Îranê kir û got ku ew dikarin toleyên nû li ser Îranê ragihînin.

“Ger rêberên Îranê rêbazên niha yên sîyaseta navxweyî û derveyî neguherînin, ew dikarin girantirîn toleyên aborî yên dijî Îranê ragihgînin.”

Pompeo daxwazên ku ji 12 xalan pêk tê, dîyar kir û got ku sistkirina toleyên ser Îranê, tenê piştî guherîna sîyaseta Îranê pêkan dibe.

Pompeo herwiha got “Amerîka wê kesên ku bi Îranê bazirganî û karsazî dikin, bê ceza nehêle.”

XS
SM
MD
LG