Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Kindemî Destûr Dide 8 Welatan ku ji Îranê Petrolê Bikirin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Înê ragihand ku ewê bi kindemî destûr bide 8 welatan ku bikaribin ji Îranê petrolê bikirin, piştî ku Duşemê tê toleyên nû yên Amerîkî dikevin jîyanê.

Pompeo zelal nekir ku ew 8 welat kîjan in, lê malpera Bloomber ragihand ku Japonya, Hîndistan û Koreya Başûr di nav wan welatan de ne.

Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê Fatîh Donmez jî ragihand ku ji wan re hatiye gotin ku Tirkîye jî di nav wan welatan de cîh digire.

Hevdem, Yekîtîya Ewrupa, Fransa, Almanya û Brîtanya îro bi daxuyanîyeke hevbeş ragihand ku ew ji biryara Washingtonê ya jinûve danana toleyên ser Îranê nerazî ne.

“Armanca me parastina aktorên aborî yên Ewrupa ne ku di çarçoveya qanûnên Ewrupî û biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya jimare 2231, peywendîyên aborî yên rêwa bi Îranê re dimeşînin,” daxuyanîya hevbeş got.

XS
SM
MD
LG