Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser girjîya Washington û Tehranê axifî.
Pompeo dîyar kir ku zexta li ser Îranê dê bidome, lê da zanîn ku ew naxwazin ku girjîya bi wî welatî re gurtir bibe.
‘’Serok Trump cengê naxwaze û Amerîka bo parastina berjwendîyên xwe yên li herêmê çi pêwîst e dike’’ Pompeo got.
Tehranê ragihandibû ewê heta 27’ê Hezîranê uranyuma heyî zêdetir bikin û li ser vê Amerîka bang li bîragiştî ya navneteweyî kiribû ku zexta li ser Îranê pirtir bikin.