Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Vekişîna ji Sûrîyê Dê Zararê Nede Hevkarîya Amerîka û Îsraîlê


Pompeo û Netanyahu
Pompeo û Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Brezîlya civîyan.

Pompeo, ku piştî biryara Amerîka ya ser vekişîna ji Sûrîyê cara pêşî derket pêş kamerayan, dîyar kir ku vekişîn dê bi ti awayî zararê nede peywendîyên Amerîka û Îsraîlê.

Wî da zanîn ku dê têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bidome, ew dê berevanîya Îsraîlê bikin û dê sekna wan ya dijî ‘’helwesta êrîşkar’’ ya Îranê neguhere.

Serokê Amerîka Donald Trump meha borî dîyar kiribû ku DAIŞ hatiye têk birin û biryar dabû ku hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişîne.

Piştî biryara Trump, Netanyahu gotibû ku ewê li Sûrîyê dijî komên bi piştgirîya Îranê têkoşîna xwe xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG