Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka Pompeo Ket Karantînê


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Mike Pompeo jiber hevdîtina bi pêketîyekî vîrusa korona re ketiye karantînê.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka jiber mafên nepenîbûnê ewê navê pêketîyê vîrusa korona neyê eşkere kirin.

Testa vîrusa korona ya Pompeo ya piştî hevdîtina bi wî pêketîyî re negatîf derketiye.

Pompeo jiber prosedurên Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) dê di karantînê de bimîne û tîma saxlemîyê ya wezaretê dê wî ji nêz ve bişopînin.

XS
SM
MD
LG