Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Îro Seredana Kenara Rojava Kir


ISRAEL-PALESTINIANS/SETTLEMENTS-CAMERAS

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Pêncşemê seredana Kenara Rojava ya bin dagirkerîya Îsraîlê kir.

Pompeo, piştî hevdîtina bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, îro sibeh çû Kenara Rojava ku seredana şarabxenyeke li wê herêmê bike ku navê wî li şarebeke nû kiriye.

Wî herwiha biryar derxist ku berhemên Îsraîlî ku li wargehên berfirehkirî hatine çêkirin, dema têkevin Amerîka wek berhmên Îsraîlê werin binav kirin.

Pompeo got ku Washington wê xebatên xwe yên dijî hewilên Filîstînî yên dorpeçkirina aborî û dîplomatîk yên ser Îsraîlê xurtir bike.

Pompeo dibe wezîrê derve yê yekê ku seredana Kenara Rojava dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Filîstînî û piranîya cîhanê wargehên ÎSraîlî yên li Kenara Rojava, li dijî qanûnên navnetewî dibînin.

Filîstînî rexne li Pompeo dikin ku alîkarîya Îsraîlê dike ku kontrola ser Kenara Rojava qayimitir bike.

XS
SM
MD
LG