Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Rêvebirîya Trump Dixwaze Alozîyên Welatên Kendavê Çareser Bike


Wezîrê Dervêyê Amerîka Mike Pompeo îro Duşêmê got ku rêvebirîya Trump dixwaze alozîya sê salan yên di navbera Qeter, Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Behreyn, û Misirê were çareser kirin.

Pompeo di civîna bi Cigîrê Serokvezîrê Qeterê û Wezîrê Derveyê Şêx Mihemed bîn Abdulrahman El-Thanî re got ku girîng e ew diji çalakîyên Îranê li Rojhilata Navîn bisekînin.

“Emê girîngî bidin ser vî karî û peşîya zêdêbûna kiryarên Îranê bigirin. Divê emê çarêserîyek li ser perçebûna Kendavê bibînin. Rêvebirîya Trump amade ye ku çareserkirina wê alozîye bibîne û esman û sînorên Qatarê jinûve were vekirin ku ji alîye welaten Kendavê hatine girtin. Ez peşbînî dikim ku li ser we mijarê de peşvêçuyîn pêk were,” Pompeo got.

Di meha Heziranê ya sala 2017an de, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn, û Misir hemu tekîlîyên xwe yên diplomasîyê bi Qeterê ve qut kiribûn û ew bi pişgirîdana terorê tawanbar kiribûn.

Qeter hemu îdiayên wan welatan red dike û dibejê ku ew dixwazin serwerîya Qeterê binpê bikin.

Li alîye din ve, Erebistana Saudî û Kuveyt hewil didin ku alozîyên di navbera wan welatan de çareser bikin jiber ku ew alozî hewildanên Amerîkayê li dijî Îranê lawaz dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku hem Îran hem jî Erebistana Saudî dixwazin hêza xwe ya heremî xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG