Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Vekolîna Kuştina Xaşiqcî Hîn Didome


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Çarşemê got ku vekolînên derbarê kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî didome, lê Amerîka dê hesaba wê kuştinê, ji kesên berpirs bipirse.

Pompeo ev şîroveyên xwe di hevpeyvîneke televîzyona Fox News de kirin, çend demjimêr berî ku Dîrektora CIA Gina Haspel, di rûniştineke girtî de bersîva pirsên rêberên Civata Nûneran ya derheqa Xaşiqcî bide.

Hêjayî bîrxisitnê ye ku Xaşiqci, herî dawî di 2’ê Cotmehê de, dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî di destpêkê de îdiayên kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre neçar mabû ku qebûl bike ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Rêvebirîya Rîyadê dîyar kiribû ku li ser kuştina Xaşiqci 18 kes hatine girtin, lê termê wî heta niha jî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG