Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bi Nûnerên Hikûmeta Afganistanê û Talîbanê re Kom Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li Doha ya paytexta Qatarê bi karbidestên Afganistanê û nûnerên Talîbanê re civîya.

Danûstandinên rêvebirîya Serok Donald Trump yên bi Talîbanê re di demên dawî de rawestîyabûn.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Pompeo ji danûstandinerên hikûmeta Afgan re gotiye ku ‘’Amerîka dê li kêlekê raweste û li cîhê dikare dê alîkarîyê bike.’’

Pompeo bi nûnerên Talîbanê re jî kom bûye û ji û di wê kombûnê de gotiye ku divê ew danûstandinên xwe yên bi hikûmeta Afgan re bidomînin.

Wî bi bîr xistiye ku li Afganistanê 40 sal in şer didome û dîyar kiriye ku gelê wî welatî jî hêjayî aştîyeke berfireh û mayînde ye.

Mike Pompeo, ku di gera li Ewrupa û Rojhilata Navîn de ye, di meha Îlonê de jî bo hevdîtinên aştîyê yên Talîban û hikûmeta Afgan çûbû Doha ya Qatarê.

XS
SM
MD
LG