Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Ser Koreya Bakur û Pûçkirina Çekên Navokî Geşbîn E


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku ew hêvî dike ku Amerîka di hefteyên pêş de şandeyekê bişîne Koreya Bakur.

Di hilcivîna hefteya borî de, ku bi beşdarbûna Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li Vîetnamê li dar ketibû, bo danûstandin pêş ti dîrok an plan nehatibû dîyar kirin.

Pompeo da zanîn ku şandeya Amerîkî dê Kim Jong Un ser pûçkirina çekên navokî îqna bike û bide zanîn ku bi pûçkirina wan wê dijî Koreya Bakur ti metirsî çênebe.

Hicivîna Trump û Kim Jong Un, jiber lihevnekirina ser pûçkirina çekên navokî, berî dema hatibû dîyarkirin bi dawî bûbû û ji hevdîtinê ti encam derneketibû. P

XS
SM
MD
LG