Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dibêje WHO û Çîn Ser Vîrusa Korona Agahîyên Şaş Belav Dikin


FIL
FIL

Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka Mike Pompeo ser rapora Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ya derbarê vîrusa korona îdia kir ku wê rêxistinê bi Çînê re hevkarî û sextekarî kiriye.

WHO piştî lêkolînên şandeya rêxistinê yên li Çînê bi raporekê ragihandibû ku guman nîşan didin ku vîrusa korona ji heywanan derbazî însanan bûye. Wê rêxistinê dabû zanîn ku gumana ser belavbûna vîrusê ya ji laboratuvara Wuhanê ‘’pir kêm e’’

Mike Pompeo ji Twitterê dîyar kir ku ‘’rapora WHO dewama kempeyna Çînê ya ser belavkirina agahîyên şaş e.’’

Pompeo da zanîn ku Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevkarî kiriye û dîyar kir ku ew naxwazin eşkere bibe ku vîrus ji însanan derbazî însanan bûye.

Wezîrê berê da zanîn ku Enstîtuya Vîrolojîyê ya Wuhanê yek ji jêderên gumanbar yên vîrusa korona ye û got ku WHO hevkarê tawana Çînê ye.

Mike Pompeo di rojên dawî yên seroktîyê xwe de gotibû ku hin belgeyên di destê wî de raber dikin ku xebaktarên labaratuvara Wuhanê di sala 2019’an de bi semptomên vîrusa korona nexweş bûne.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

XS
SM
MD
LG