Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Gefên Serok Trump Pêgirîya Amerîka ya Hember Hevalbendên Xwe Nîşan Dide


Mike Pompeo li Erebistana Saudî ew daxuyanî dan
Mike Pompeo li Erebistana Saudî ew daxuyanî dan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê got ku gefa Serok Donald Trump ya wêrankirina aborîya Tirkîyê, pêgirîya Amerîka ya hember hevalbendên xwe nîşan dide.

“Ez derheqa twîta serok Trump hîn bi wî re û karbidestên Tirk re nepeyîvîme, lê tiştê min fem kirî ew e ku ger Tirkîye dijî Kurdên li Sûrîyê kiryarên leşkerî pêk bîne, ewê dijî Tirkîyê tole û cezayên nû deynin.”

Pompeo bal kişand ku peyama Amerîka ya derbarê Kurdan tim pir zelal e û ji daxuyanîya Trump ya vekişîna ji Sûrîyê heta niha neguherîye.

Wî got ku rêvebirîya wan tim dîyar dike ku nabe Tirk bi awayên ne rekûpêk Kurdan bikin armanc.

Wek bersîva pirsekê, ku mebesta Trump ekonomîya Tirkîyê ye, Pompeo got ku ew li gelek herêmên cîhanê tole û ceza datînin.

Serok Trump şeva borî ji Twitterê dîyar kiribû ku ger Tirkîye li Sûrîyê êrîşî Kurdan bike, ewê wî welatî ''bi awayekî aborî wêran bikin.''

Trump dabû zanîn ku ewê bo parastina Kurdan herêmeke ewle ya bi qasî 20 mîlan (32 kîlometre) damezrînin.

Serok Trump meha borî dîyar kiribû ku ew dê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin, lê karbidestên Amerîkî yên payabilind ser wê biryarê nerazîbûnên tund nîşan dabûn û gotibûn ku heta ku DAIŞ li Sûrîyê bi temamî têk neçe divê ew ji wir venekişin.

XS
SM
MD
LG