Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Lavrov Ser Krîza Venezuela Civîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re li Fînlandê civîya ku krîza sîyasî ya li Venezuela gotûbêj bike.

Hevdîtin di vê demê de pêk tê ku çend roj berê jî Lavrov li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza re kom bûbû.

Arreaza îro ji nûçegîhanan re got ku Venezuela dikare karanîna leşkerîya Rûsî berfirehtir bike, di vê demê de ku ew welat dide qada xwepêşandanên nerazîbûn yên bi pêşengîya Juan Guaido ku xwe wek serokê demkî îlan kiribû.

Amerîka û hevalbendên wê Guaido wek rêberê Venezuela pejirandibû û hewila opozîsyonê ya hefteya borî ya wergirtina piştgirîya artêşê serketî nebûbû.

Pompeo rexne li Rûsya girtibû ku divê nema tevlihevî li hinduê Venezuela çêke.

"Ezê ji Lavrov re, heman tiştê ku Serok Trump ji dinê re gotibû, dubare bikim ku divê Rûs jî di nav de, herkes ji Venezuela derkeve.”

Pompeo hefteya çûyî bi telefonê ji Lavrov re gotibû ku maytekirina Rûsya û Kuba rewişa Venezuela û peywendîyên dualî yên bi Rûsta re bêîstiqrar dike.

Washington îdia kiribû ku Rûsya nehêştiye ku Maduro desthilatê berde û here dervayê welêt, lê Moskowê ew îdia red kiribû.

XS
SM
MD
LG