Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Gera li Rojhilata Navîn bi Serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Didomîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di gera Rojhilata Navîn de, îro Çarşemê derbazî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dibe.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Pompeo dê li wir ser peymana normalkirina peywendîyan ya Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hevdîtinan bike.

Li gor daxuyanîya wezaretê, Pompeo dê ser peymanê bi Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Abdulah Bîn Zayîd El Nahyan re bicive.

Pompeo do Sêşemê li Bahreyn û Sudanê jî danûstandin kiribûn.

Ew bi Serokê Civata Serwerî ya Sudanê Abdulfetah El Burhan re kom bûbû û ser pêşxistina peywendîyên Îsraîl û Sudanê axifîbû.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus, Pompeo bi karbidestên Sudanê re ser peyvajoya demokrasîyê û guherandina rêvebirîya leşkerî û piştgirîya bo hikûmeta sîvîl peyivîye.

Pompeo roja Duşemê ji Îsraîlê dest bi gera li Rojhilata Navîn kiribû.

Wî li Îsraîlê gotibû ku ger ew bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re ser firotana çekan peymanekê çêkin, ewê li gor rewişa Îsraîlê ya li herêmê tevbigerin.

Wezîrê Amerîk herwiha dabû zanîn ku di navbera Amerîka û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî de peywendîya ewlekarîyê ya bi sal in didome heye û got ku ewê piştgirîya leşkerî û teknîk ya bi wî welatî bidomînin.

XS
SM
MD
LG