Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pempeo li Brukselê bi Mogherini re Dicive


Mike Pompeo & Federica Mogherini
Mike Pompeo & Federica Mogherini

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Înê bi dîplomatên bilind yên Ewrupî re, li Brukselî kom bû, rojeke piştî ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence hevalbendên Amerîka yên Ewrupî bi pûçkirina toleyên dijî Îranê tawanbar kir.

Civîna bi berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini re, programeke din ya divêbû roja Pêncşemê li Warshawê pêk bihata, lê jiber programeke din ya Mogherini ew civîn çênebûbû.

Mogherini ku yek jî sîyasetvanên serekî ya YE ye ku di îmzakirina peymana navokî ya ligel Îranê roleke giring lîstibû û li ber e ew û Pompeo bu giranî ser kêşeya Îranê bipeyîvin.

Welatên Ewrupî dibêjin ku ew fikarên Washingtonê yên derheqa rola Îranê li şerên Yemen û Sûrîyê parve dikin, lê vekişîna Amerîka ji peymana çewt bû, jiber ku Îranê mercên wê bi cîh tînan.

XS
SM
MD
LG