Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Kesê ku Nivîsa New York Times Nivîsîye Ne Ez Im


Pompeo li Hîndistanê
Pompeo li Hîndistanê

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Pêncşemê got ku ew ne jêderê nivîsara bênav e ku di rojnameya New York Times de hatiye weşandin.

Pompeo li Hîndistanê got ku ew nivîsara dijî Serokê Amerîka cîhê mixabinê ye û ew bi hewilên medya yên lawazkirina vê rêvebirîyê pir nerazî ye.

Rojnameya New York Times gotibû ku xwedîyê nivîsarê karbidestekî payabilind yê rêvebirîya Trump e û ger nasnamey wî kesî eşkere be, ew kes dikare karê xwe hinda bike.

Wî karbidestî rojnamê re dabû zanîn ku li Qesira Sipî dijî Trump "komeke berxwedanê" ava bûye.

"Ez beşeke berxwedanê ya di rêvebirîya Trump de me" ye, karbidest dide zanîn ku "bingeha kêşeyan bêexlaqîya Trump. Heta ku Trump diçe dê gelek berpirsên qesirê berevanîya sazîyên demokratîk bikin û rê li ber "helwestên Trump yên şaş yên bigirin ku dikarin encamên xirab çêkin."

Karbidest îdia dike ku li qesirê "rêvebirîyeke duserî" çêbûye.

Trump ser nivîsa di New York Timesê de wek newêrek bi nav kiribû û bang li rojnameyê kiribû ku nasnameya nivîskar eşkere bike.

XS
SM
MD
LG