Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo jibo Kêmkirina Girjîyan li Pakistanê Ye


Pompeo û Qureyşî
Pompeo û Qureyşî

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo serdana Îslamabad ya paytaxta Pakistanê kir.

Serdana Pompeo di vê demê de tê ku di navbera Washington û Îslamabadê de girjî heye.

Amerîka hefteya borî ji ser Pakistanê Sindoqa Alîkarîyê ya Koalîsyonê, ku 300 mîlyon dolar bû, qut kiribû.

Pompeo, dema bi firokê diçû Pakistanê, dîyar kir ku bo şêwirmendîya taybet ya Afganistanê, Zalmay Xelîlzad destnîşan kiriye.

Xelîlzad jiber alozîyên li Afganistanê, artêşa Pakistanê û ajansa îstixbaratê ya wî welatî tawanbar dike.

Ew îdia dike ku her du sazî bo çekdarên mîlîtan alîkarî dikin û cîh ji wan re çêdikin.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku her çiqas Pompeo dixwaze bi Pakistanê re girjîyê kêm bike jî, hatina Xelîlzad dê wê armancê dijwar bike.

Pompeo di serdana Îslamabadê bi Serokwezîrê Pakistanê yê nûhilbijartî Îmran Xan û hevtayê xwe Şah Mehmud Qureyşî re kom bû.

Xan dîyar kir ku ew bo jinûve çêkirina peywendîya Pakistan û Amerîka geşbîn e.

“Ez mirovekî geşbîn im. Sporvanek her tim geşbîn e, derdikeve qadê û difikire ku ewê qezenc bike,” Xan, ku bi lîstina krîketê jî tê nasîn, got.

Qureyşî jî da zanîn ku hevdîtina wî ya bi Pompeo re pir baş derbaz bûye.

XS
SM
MD
LG